Serokê herêmê û Serokwezîrê Îraqê civiyan

behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa pêngavên hikûmetê bo cîhbicîh kirina bernameya hikûmetê hate kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Îraqê duhê bişev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê federalî Mihemed Sûdanî civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa jiyana xelkê, baştir kirina rewşa jiyana xelkê û hewldanên hikûmetê yên bo cîhbicîh kirina karnameya hikûmetê hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de her du alî tekez li ser giftûgo û diyalogeke avaker bo çareser kirina kêşeyan û çareser kirina pirsên hevbeş yên di navbera herêm û hikûmeta federalî de kirin.

Li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û piştîvaniya tevahiya aliyan ji hikûmetê, her du alî hemfikir bûn.

Ji aliyê xwe ve Sûdanî serdana Serokê herêma Kurdistanê bo Bexdayê bo çareser kirina kêşeyan bi girîng wesif kir û Serokê herêmê jî rêzdariya xwe ya li hember hewldanên Sûdanî û domandina diyalgoê di navbera aliyên siyasî de diyar kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.