Balyozxaneya Amerîkayê şewitandina baregeha PDKS mehkûm dike

dibêje lazime tevahiya aliyan xwe ji tundiyê dûr bixin.
کوردستان TV
100%

Beriya du rojan ev baregeh ji aliyê ciwanên şoreşger ve hatibû şewitandin.

Duhê înê balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya han de şewitandina baregeha PDKS ya li Qamîşloyê mehkûm kir û tekez li ser rawestandina êrîşên ser partiyên din yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Di berdewamiya daxuyaniya han de daxwaz hatiye kirin ku, êrîşkar werin cezakirin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de daxwaz ji tevahiya aliyan hatiye kirin dûr bin ji tundiyê û bihevre kar bo bidest anîna armancên gelên Sûriyeyê bikin.

Weke tê zanîn roja çarşemê baregeha PDKS li Qamîşloyê hate şewitandin û her vê rojê êrîşî ser çend navendên din yên partiyên din jî hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.