SOHR: Îran ji hin deverên Sûriyeyê vekêşiyaye

Iran ji tirsa êrîşên Îsraîlê hêzên xwe kêm kiriye.
کوردستان TV
100%

Hizbulah jî dibêje Îran hêzên xwe kêm kiriye.

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî hêzên Îranî yên li Sûriyeyê ne tenê didomin belkî zêdetir bûne û êrîşî ser balyozxaneya Îranê ya li Dîmeşqê jî netenê Îran gelek tirsandiye belku, bûye sedema çê bûna nakokiyên navbera Îran û rejîma Sûriyeyê.

Di vê derbarê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî ( SOHR) ragihandiye ku, êrîşên Îsraîlê berdewamin û Îran jî ji tirsa Îsraîlê hêzên xwe li gelek deverên Sûriyeyê vekêşandiye bi taybetî li deverên nêzî sînorê Îsraîlê weke parêzgeha Kuneytra.

Ji aliyê xwe ve rayedarekî hizbulahê jî diyar kiriye ku, Îran ji nûve bicîh bûna hêzên xwe li Sûriyeyê li ber çavan re derbas dike û Îran hêzên xwe li Sûriyeyê kêm kiriye.

SOHR herwiha eşkere kiriye ku, zêdetir ji 3 hezar çekdarên Îranî li Sûriyeyê hene ku, piraniya wan welatiyên Îraqî û Efxanîne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.