Dibêje vê karesateke mezin ya însanî çê bibe.
Li gel nêz bûna dema destpê kirina operasiyona bejayî ya Îsraîlê ya li dijî Hemasê li Refeh, Urdin jî daxwaz ji civaka cîhanî dike pêşiya vê operasiyonê bigire.
Di vê derbarê de wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefidî ragihandiye ku, lazime civaka cîhanî her çawe bûye pêşiya operasiyona Îsraîlê bo ser Refehê bigire.
Sefidî diyar kiriye ku, eger ev operasiyon were kirin vê gelek encamên nebaş jê derkevin, gelek kes werin kuştin û gelek kes jî aware bibin û karesateke mezin ya însanî diqewme.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin