Hûsiyan êrîşî ser keştiyên Amerîkî kir

heta niha Îsraîl û Amerîka di vê derbarê de tiştek negotine.
کوردستان TV
100%

Dibêje keştiyeke Îsraîlî jî hatiye armanckirin.

Çekdarên hûsî yên li Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanî kirin daxuyaniyek belav kirine û ragihandine ku, duhê bişev sê êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, çekdarên hûsî êrîşî ser naveke cengî ya Amerîkî û keştiyeke Amerîkî li deryaya sor kirine û zirar gehandine wan.

Her di heman daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, li deryaya Hind jî çekdarên hûsî êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kirine.

Heta niha Amerîka û Îsraîl di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.