Daxwaza girtina wezîrê navxwe yê Îranê tê kirin

bi rêya înterpolê jî li wî digere.
کوردستان TV
100%

Nav hatî niha li derveyê Îranê ye.

Hikûmeta Arjantînê îro çarşem  daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, hikûmeta Arjantînê biryara girtina wezîrê navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî daye.

Hikûmeta Arjantînê ragihandiye ku, Ehmed Wehîdî beriya 30 salan di êrîşa ser navendeke Yehûdiyan ya li paytexta Arjantînê roleke çalak lîstiye.

Hikûmeta Arjantînê herwiha eşkere kiriye ku, bi rêya înterpolê jî daxwaza girtina Ehmed Wehîdî kiriye ku, niha li derveyê Îranê ye.

Weke tê zanîn sala 1994an Îran li Arjantînê dijî Yehûdiyan teqînek kiribû û di encam de 85 kes hatibûn kuştin û zêdetir ji 300 kesên din jî birîndar bibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.