Awareyên Ereb jî vedigerin ser cîhên xwe

heta niha 2 hezar û 500 aware vegeriyane cîhên xwe.
کوردستان TV
100%

Duhê 350 malbetên aware vegeriyane.

Serokê komîteya vegerandina awareyan Mensûr Oweyid ragihand ku, piştî biryara hikûmeta Îraqê ya derbarê daxistina kempên awareyan di destpêka Tîrmeha îsal de, gelek awareyên Îraqî ji cîhên curbicur dest bi vegerê bo ser cîhên xwe kirine.

Oweyid eşkere kiriye ku, tendê di wan rojên dawî de zêdetir ji 350 malbetên aware ji kemp û deverên curbicur yên Îraq û herêma Kurdistanê vegeriyane parêzgeha Selahedînê.

Nav hatî eşkere kiriye ku, ev li bendêne di hefteya pêşiya me de 400 malbetên din yên aware ji herêma Kurdistanê vegerin cîhên xwe.

Oweyid behsa vê yekê kiriye ku, heta niha 2 hezar û 500 malbetên aware vegeriyane ser cîhên xwe li parêzgeha Selahedînê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.