Nasir Kenanî: Nikarim di vê derbarê de tiştek bêjim

sîstema berevanî ya navendên etomî yên Îranê hatiye jinav birin.
کوردستان TV
100%

Dibêje aliyên têkildar yên Îranê daxuyaniyên pêwîst didin.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî di kongreyeke çapemeniyê de bersifa pirsên Rojnamevanan yên derbarê ji nav birina sîstema berevaniya S300 ya Îranê da û ragihand ku, nikare di vê derbarê de tiştek bêje jiber ku, vê rayedarên têkildar li ser vê mijarê daxuyaniyên pêwîst bidin.

Ji aliyeke din ve hin çavkaniyên medyayî yên Îranê belav kirine ku, piştî êrîşa Îsraîlê ya bo ser Îranê, Îran sîstemên xwe yên berevanî veguhastiye bi taybetî S300ên li Isfehanê biriye nava cîhên nîştecîhbûnê.

Ji aliyê xwe ve çapemeniya Îsraîlê jî qala vê yekê dike ku, Îsraîlê bi mûşekên 500 km yên ji cureya supersonic Rampage êrîşî ser sîstema berevanî ya Îranê ya li Îsfehanê kirine û ev sîstema han bi temamî ji nav birine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.