Mesrûr Barzanî: Li ser çareser kirina kêşeyan bi diyalogê hemfikir bûn

Erdogan îşev hatibû Hewlêrê.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokkomarê Tirkiyeyê civiya.

Îşev li Hewlêrê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Êvara îro li balefirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê li gel Serokê herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Receb Teyyib Erdogan û şanda li gel wî kir.

Pişt re di civîneke hevbeş de ku, hijmareke rayedarên pile bilind yên herêma Kurdistanê jî têde beşdar bûn, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û guhertinên dawî yên Îraq û deverê kir.

Li ser girîngiya parastina ewlekarî û aramiya deverê, çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi rêya danûstandinê û li ser esasê destûrê û herwiha pêşde birina hemahengî û hevkariya hevbeş di di warê pêşde birina liv û tevgerên Bazirganî û hêlbirînê de hemfikir bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.