Serokkomarê Tirkiyeyê gehêşte Bexdayê

vê serdana Kurdistanê jî bike û li gel rayedarên Kurdistanê jî bicive.
کوردستان TV
100%

Piştî 12 salan ev cara ewile Erdogan serdana Îraqê bike.

Çend kêlî beriya niha Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bi serdaneke fermî gehêşte Bexdayê.

Li balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî pêşwaziya Erdogan kir û biryare Erdogan li gel Serokkomarê Îraqê, Serokwezîrê Îraqê û aliyên siyasî yên vê welatî bicive û di civînan de giftûgo derbarê çend mijaran weke kêşeya avê, rêya geşe pêdanê, mijara enerjiyê û mijara ewlekariya sînoran bike.

Biryare îro danê êvarê Erdogan piştî bi dawî anîna civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike û li gel rayedarên Kurdistanê jî bicive.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.