Mesrûr Barzanî: Azadiya medyayê li Kurdistanê bê wêneye

dibêje nehez û neyarên Kurdistanê vê azadiya han dijî Kurdistanê bikar tînin.
کوردستان TV
100%

Di konferanseke taybet de gotarek pêşkêş kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî di konferansa navnetewî bo karûbarên rojnamegerî û rola jinên rojnameger de kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand ku, cîhê kêfxweşiyêye li Kurdistanê de qanûneke pêşkeftî ya Rojnamegeriyê heye û bi saya vê qanûna han karê rojnamegerî û medyayî gelek pêşketiye.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, azadiya Rojnamegerî û medyayî li Kurdistanê de gehêştiye asteke pêşkeftî û nehez û neyarên Kurdistanê hewl bo vê yekê didin vê yekê li dijî Kurdistanê bikar bînin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, azadiya medyayî li Kurdistanê de bê wêneye û hikûmeta herêma Kurdistanê hertim piştîvaniya karê pîşeyî û azadiya Rojnamegerî û medyayî dike û berdewam dibe li ser vê siyaseta xwe, hikûmeta herêma Kurdistanê girîngiyeke zêde bi karê rojnamegerî û medyayî dide û di her warî de jî karasaniyên pêwîst pêşkêş dike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.