Êrîşên ser hêzên Amerîkî dîsa destpê kirin

hêzên Amerîkî jî çend navendên komên çekdar bordiman kirine.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev du car êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest duhê bişev li Rojavayê Kurdistanê du caran êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Hate zanîn ku, duhê bişev derdor seat 10ê şevê bi dronan êrîşî ser navendeke hêzên Amerîkî ya li Hesekê hatiye kirin lê ev dronên han beriya bigehêjin cîhê mebest hatine teqandin.

Her duhê bişev ji aliyê Mûsilê ve jî êrîşî ser navendeke din ya hêzên Amerîkî ya li Dirêkê hatiye kirin û piştî êrîşê jî hêzên Amerîkî bi rêya balefirên xwe dest bi bordiman kirina çend navendên komên çekdar kirine.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.