Çekdarên Îraqî gef li hêzên Amerîkî dikin

dibêje serdana Sûdanî jî bo Amerîkayê bandor ser vê prosesê nekiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêjin ti pêşkeftinek di prosesa vekêşînê de çê nebûye.

Koma çekdar ya hizbulaha Îraqê yaku, beşeke ji eniya berxwedanê ya ser bi Îranê, îro duşem daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya han de hizbulaha Îraqê diyar kiriye ku, beriya niha jiber destpê kirina danûstandinên navbera Îraq û Amerîkayê yên li dor vekêşîna hêzên Amerîkî ji Îraqê, êrîşên xwe yên bo ser hêzên Amerîkî rawestandibûn lê heta niha ti pêşkeftinek di vê prosesê de çê nebûye lewre em weke hizbulaha Îraqê dubare dest bi êrîşên xwe yên dijî hêzên Amerîkî yên li Îraqê dikin.

hizbulah di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî bo Amerîkayê ti bandorek li ser prosesa vekêşînê nekiriye.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.