Serok Barzanî: Erkê Rojnamevanan gelek pîroze

dibêje lazime Rojnamevan erkên xwe bi awayeke pîşeyî cîhbicîh bikin.
کوردستان TV
100%

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Rojnamevanên Kurdistanê kir.

Îro Serok Barzanî bi minasebeta 126mîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî û herwiha salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedêmezin

Bi minasebeta 126 saliya derçûn û çap kirina yekem hijmara rojnameya Kurdî ku, hevdem roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, pîrozbayî li Rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.

Rojnamevan û medyakar xwedan erkeke pîroz û hesasin ku, ev jî pêdana zaniyarî û hişiyarî û şîret kirin û pêşxistina civakê ye. Di vê bîranîna han de daxwaz ji Rojnamevan û medyakarên hêja yên Kurdistanê dikim ku, erkê xwe bi awayeke pîşeyî bo gehandina rastiyan û herwiha bo bihêztir kirina çand û hişiyariya civak û welatiyan, cîhbicîh bikin.

Lazime ragihandinkar û Rojnamevanên Kurdistanê ev yek hertim di bîra wan de be ku, medya û Rojnamevanî amûrên bibandorên bo nasandina doza reva ya gelê me û berevanî kirin ji nasname û mafên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî amûrên bi bandorin bo parastina nirxên bilind û kûrtir kirina çanda aştîxwazî, bihevre jiyan û mirovdostî di nava xelkê de.

Salvegera Rojnamegeriya Kurdî pîroz be û hêviya serkeftin bo tevahiya Rojnamevanên Kurdistanê dixwazim.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.