Artêşa Îsraîlê projeyeke nû pejrand

operasiyona ser Refeh jî berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Li gor projeya han şerê li Xezeyê berdewam dibe.

Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê civata leşkerî ya ser bi Serokatiya erkana artêşa Îsraîlê derbarê giftûgo kirin li dor şerê dijî Hemasê li Xezeyê civiyaye.

Di civîna han de plan û projeya berdewamiya şer li dijî Hemasê li Xezeyê hatiye nîqaşkirin û civat ev plana han bi piraniya dengan pejrandiye.

Beriya niha çend çavkanî jî diyar kiribûn ku, vê Îsraîl operasiyona dijî Refeh rawestîne lê li gor plana pejrandî vê ev operasiyona han jî bidome û Îsraîl steratejiya xwe ya derbarê Hemas û Xezeyê de bi temamî bicîh bîne.

Jiber ku, beriya niha Serokwezîrê Îsraîlê diyar kiribû ku, heta Refeh jî ji hemasê neyê paqêjkirin vê şer berdewam be.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.