Çalakvaneka Kurd hate ceza kirin

duhê ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve hatiye cezakirin.
کوردستان TV
100%

Ji Sine bo Kirmaşanê jî hatiye veguhastin.

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilata Kurdistanê, zextên rejîma Îranê li dijî çalakvan, mamoste û rewşenbîrên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Di vê çarçoveyê de di rojên derbasbûyî de rejîma Îranê li bajarê Sineyê cezayê 10 sal girtîgehê daye çalakvan û mamosteya zimana Kurdî Soma Pûrmihemedî û herwiha bi biryara dadgehê ji Sineyê bo bajarê Kirmaşanê jî hatiye veguhastin.

Soma hevjîna mamosteyek bi navê Îdrîs Minberiye ku, her du endamên komelaya Nojînin û Îdrîs Minberî jî duhê belav kir ku, dadgeha rejîma Îranê duhê şemî hevjîna wî ceza kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.