AKP: Nikarin bazirganiya xwe li gel Îsraîlê rawestînin

dibêje rêkeftina me li gel Îsraîlê heye.
کوردستان TV
100%

Erdogan her car gef li Îsraîlê dike.

Rixmî zextên opozîsyon û çîna muhafizekar ya Tirk ya li ser desthilata Tirkiyeyê ya li dor rawestandina bazirganiya navbera Tirkiye û Îsraîlê, her çend Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihandibû ku, ti liv û tevgereke bazirganî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de tuneye, lê Cîgirê Erdogan tişteke din dibêje.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê AKP û berpirsê karûbarên abûrî yên AKP, Nîhad Zeybekçî ragihand ku, raste Îsraîl li Xezeyê komkujiyan dike, em jî wan komkujiyan mehkûm dikin lê nikarin bazirganiya xwe ya li gel Îsraîlê rawestînin jiber ku, di navbera Tirkiye û Îsraîlê de rêkeftin heye.

Beriya niha jî çend Nivîskarên Tirk bi belge eşkere kiribûn ku, sûtemeniya balefirên cengî yên îsraîlê ji aliyê kompaniya Baykar ya Tirkiyeyê ve tê dabînkirin, lê Erdogan ev yek red kiribû û ev Nivîskarên ku, belge belav kiribûn bi fermana Erdogan hatin girtin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.