Îsraîl sîstema berevanî ya Îranê kiriye armanc

sîstema berevaniya navenda etomî hatiye jinav birin.
کوردستان TV
100%

Bi balefirên F35 êrîş kiriye.

Rayedarekî Amerîkî û yekî Îsraîlê di du daxuyaniyên cuda cuda de ji kanala ABC re ragihandine ku, êrîşa berbanga roja înê ya Îsraîlê bo Îranê tenê peyameke cidî ya Îsraîlê bûye û Îsraîl xwestiye ji Îranê re bêje em naxwazin şer berfire bibe eger ne wisabe em dikarin derbên dijwar li cîhên hesas yên Îranê bidin.

Ev her du rayedarên leşkerî û dîplomatîkî diyar kirine ku, Îsraîl bi dronan êrîş nekiriye belku bi rêya sê balefirên F35 êrîş pêk aniye û armanca êrîşê jî sîstema berevanî ya Îranê yaku, Îranî jê re dibêjin pedafenda hewayî, bûye.

Ji ailyê xwe ve Îsraîl jî diyar kiriye ku, di êrîşa roja înê de sîstema berevaniya asmanî ya navenda etomî ya Îsfehanê bi temamî hatiye jinavbirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.