Cebelxaneyeke mezin ya heşda şebî hate teqandin

ev cebelxaneya han bi temamî hatiye wêrankirin.
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê hatiye teqandin.

Desteka koma çekdar ya heşda şebî yaku, ser bi Îranê ye, îro şemî 20ê Nîsanê ragihand ku, berbanga îro şemî, cebelxaneyeke mezin ya me li Bakûrê Babîlê hatiye teqandin.

Heşda şebî dibêje di encama teqînê de çend endamên me birîndar bûne û zirarên gelek mezin yên madî jî ber vê navendê ketine.

Desteya heşda şebî Îsraîlê bi vê yekê tawanbar dike.

Ji aliyê xwe ve berbanga roja înê hemwextî êrîşên Îsraîlê bo ser Îranê li Babîl, Bexda û çend deverên din yên Îraqê navendên komên çekdar yên ser bi Îranê jî hatibûn bordimankirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.