Gefên Îran û Îsraîlê dijî hev berdewamin

Îsraîl jî xwe bo êrîş kirine ser Îranê amade kiriye.
کوردستان TV
100%

Îran dibêje vê carê bi Sukhoi Su-24 êrîşî ser Îsraîlê dikin.

Gefên Îran û Îsraîlê dijî hev berdewamin û di vê çarçoveyê de duhê rayedarên artêşa Îsraîlê tekez li ser vê yekê kiribûn ku, vê bersifa êrîşa Îranê bi awayeke dijwar bidin.

Herwiha çapemeniya Amerîkî jî belav kiribû ku, vê carê Îsraîl êrîşî ser navendên etomî û navendên leşkerî yên Îranê û herwiha hêzên çekdar yên ser bi Îranê li Rojhilata Navîn de dike.

Ji aliyê xwe ve Fermandarê hêzên asmanî yên Îranê Hemîd Wahêdî jî gef li Îsraîlê xwariye û ragihandiye ku, eger Îsraîl êrîşî ser Îranê bike vê Îran vê carê bi awayeke sedî sed li Îsraîlê bide û bi balefirên cengî yên Sukhoi Su-24 êrîşî ser Îsraîlê bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.