Sîstema berevanî ya Hizbulahê hat jinav birin

beriya êrîşa Îsraîlê hizbulah jî êrîşî ser Îsraîlê kiribû û 18 kes birîndar bibûn.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev Îsraîl êrîşî ser vê navenda han kiriye.

Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê bişev balefirên cengî yên vê welatî êrîşî ser navendeke berevaniya asmanî ya hizbulahê li Başûrê Libnanê kirine.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de navendeke berevaniya asmanî a hizbulahê ya li Bakûrê navçeya Baelbek bi temamî hatiye wêrankirin.

Ji aliyê xwe ve hizbulah jî diyar kiriye ku, duhê êvarê êrîşî navçeya Ereb Eramşe kiriye û di encam de 18 Îsraîlî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.