Şandeke parlementoya Îraqê çû Tirkiyeyê

di civînan de behsa çend mijar û babetên hevbeş tê kirin.
کوردستان TV
100%

Vê hefteya pêşiya me Erdogan jî serdana Bexdayê bike.

Li gor nûçeyeke rojnameya fermî ya Îraqê ( Sebah) duhê bişev şandeke parlementoya Îraqê bi Serokatiya Cîgirê Serokê parlementoyê Muhsin Mendelawî serdana Enqereyê kiriye.

Di çarçoveya vê serdana han de vê şanda parlementoya Îraqê li gel aliyên têkildar yên li Enqereyê bicive û di civînan de giftûgo derbarê çend babet û mijarên hevbeş bi taybetî mijara avê de bike.

Ji aliyeke din ve biryare roja duşema hefteya pêşiya me Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan serdana Bexdayê bike û piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.