Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê kir

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Duhê Serok Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê  li Iraqê Thomas Seiler kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û her wiha hilbijartinên Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku her li piştî raperînê PDK destpêşxerê demokrasî û birêveçûna hilbijartinê û veguhestina şer`îyeta şoreşgêrî ji bo şer`îyeta yasayî û destûrî bûye û herdem amadeyê birêveçûna hilbijartinê bûye li Herêma Kurdistanê de. Ew têbîniyên PDK li ser hilbijartinê heye ji ber bêbeşkirina pêkhatan li hilbijartinê û zêdebûna gîr û giriftên teknîkî û destkariya nedestûrî ya yasaya hilbijartinê û hewldana ji bo dîzayna pêşwextiya encamên hilbijartinê bûye. PDK jî bi navê parastina bihayên demokratik û birêveçûna hilbijartinekî pak û bêgerd wê helwestê wergirtiye.

Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku PDK herdem li gel hilbijartinê bûye û niha jî PDK daxwaz dike bi zûtirîn dem wan têbînî û babetên teknîkiyên ku rêgirin li birêveçûna hilbijartinekî tendirust bêne çareser kirin û her wiha sîxeyekî guncaw jî ji bo beşdariya pêkhatan û binpênekirina mafên wan bê dîtin û daxwaz jî ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî dikîn ku mîsogeriya birêveçûna hilbijartinekî şefaf û bêgerd bikin bo ku encama hilbijartinan derxerê dengê xelk û îradeya rasteqîneya gelê Kurdistanê bê.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî spasî helwesta civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir ku bi xemxuriyê ve hatine ser hêl û bi girîngiyê ve ra û têbîniyên PDK wergirtine. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku nabê li wê dema ji bo hilbijartinê hatiye diyar kirin hilbijartinekî pak û bêgerd birêvebiçê. Lê belê hinek berev pêşveçûn heye ku hemû alî pêkve kar li ser nehiştina gîr û giriftan bikin, bi piştrastiyê ve çareserkirina wan giriftan pêwîstî bi derfetê zêdetir heye, ji bo wê yekê paşxistina hilbijartinê ji bo çend mehek gelek girîngtire li wê yekê ku hilbijartinek birêve biçê ku têda mafên dengderan û pêkhatan bê binpêkirin. Serok Barzanî hêvî jî xwest ku bi beşdariya hemû aliyan û Neteweyên Yekgirtî û Komîsyona Iraqî bikarin kêmasiyan çareser bikin û rê ji bo hilbijartinekî rasteqîne û pak û şefaf bê xweş kirin û çareseriyeke guncaw jî ji bo beşdariya pêkhatan bê dîtin.

Her di vê civînê de Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola dîrokiya Serok Barzanî ya li proseya siyasî û aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê hebû û tekez jî li wê yekê kir ku Yekîtiya Ewrûpa têbînî û raya PDK li ser aliyên teknîkiyên hilbijartinê û bêbeşbûna pêkhatan bi ciddî wergirtiye û ji nêzîk ve li gel Neteweyên Yekgirtî dûvdaçûnê ji bo çareserkirina wan kêşeyan dike. Her wiha ragihand ku hem Yekîtiya Ewrûpa û hem jî Neteweyên Yekgirtî li ser ewe hevrê ne ku hilbijartin bi bê beşdariya partiyeke mezinê wekî PDK, demokratiyane û serkeftî nabê.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.