Bi amadebûna Serokê herêmê forma Silêmanî destpê kir

dibêje nav û dengê Kurdistanê berhemê yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdistaniye.
کوردستان TV
100%

Gotarek jî di vê formê de pêşkêş kir.

Îro li Silêmanî bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî forma Silêmanî destpê kir û Serokê herêma Kurdistanê jî di vê forma han de gotarek pêşkêş kir.

Serokê herêma Kurdistanê di gotara xwe de anî ziman ku, devera me niha rastî rewşeke gelek aloz û metirsîdar hatiye, ji bo ku, bikaribin deverê ji metirsiyan rizgar bikin pêwîstiya me bi diyalogê heye bo çareser kirina kêşeyan.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku, Kurdistan hertim piştîvaniya çareser kirina kêşeyan bi diyalog û rêbazên siyasî kiriye û li ser vê pirensîba xwe berdewam dibe û ti carî Kurdistan bebûye sedem anjî çavkaniya metirsiyan bo ser ti welat û aliyekê.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku, me ezmûneke nexweş li gel du îdareyî û yek nebûnê heye û nav û denga ku, niha Kurdistan bi dest aniye berhema yekdengî û yekrêziya me ye û her gave m li herêmê bihêz bûne Bexda jî bihêz bûye.

Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, piştîvaniya hilbijartineke azad dike ku, tevahiya aliyan têde beşdar bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.