Pêşengeha Pirtûkan ya Hewlêrê hate vekirin

zêdetir ji 300 weşanxane û navendên rewşenbîrî beşdarin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî ev pêşengeh vekir.

Îro çarşem 17ê Nîsanê bi amadebûna Serok Barzanî 16mîn pêşengeha navnetewî ya Pirtûkan ya Hewlêrê hate vekirin.

Di pêşegeha han de yaku, vê 10 rojan berdewam be, zêdetir ji 1 miliyon û 500 hezar pirtûk têne nîmayîşkirin.

Serok Barzanî jî piştî vekirina pêşengehê li gel berpirsên pêşengeh û Serokên weşanxaneyên beşdar di pêşengehê de serdana beşên curbicur yên vê pêşengehê kir.

Li gor zaniyariyan zêdetir ji 300 weşanxane ji Kurdistan, Îraq, welatên Erebî û welatên din di vê pêşengehê de beşdarin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.