Îran ji tirsa Îsraîlê gaveke hesas avêtiye

Îsraîl jî biryar daye bersifa Îranê bide.
کوردستان TV
100%

Tevahiya navendên xwe yên etomî daxistiye.

Li gor çapemeniya cîhanî Serokê ajansa etomî ya cîhanê Rafael Mariano Grossi ragihandiye ku, Îran ji tirsa êrîşên Îsraîlê tevahiya navendên xwe yên etomî daxistiye.

Rafael Mariano Grossi ev yek aniye ziman ku, piştî êrîşa Îranê ya bo ser Îsraîlê, vê carê Îran ji tirsa êrîşên nû yên Îsraîlê tevahiya navendên xwe yên etomî û çend navendên din yên hesas daxistiye û fikarên Îran hene ku, Îsraîl di bersifa êrîşên Îranê de, êrîşî ser wan navendan bike.

weke tê zanîn duhê kabîneya cengî ya Îsraîlê jî biryar dabû ku, êrîşî ser Îranê bike û Amerîka ku, beriya niha dijî êrîşê bû duhê bersifdayîna Îsraîlê erê kiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.