Îsraîl gerentî daye welatên Erebî

dibêje ewlekariya welatên Erebî parastî dibe.
کوردستان TV
100%

Vê dîsa êrîşî ser Îran û hêzên Îranî bike.

Li gor nûçeyeke kanala Can ya Îsraîlî, piştî civîna kabîneya cengî ya Îsraîlê û biryara hikûmetê ya bo êrîş kirine ser Îran û hêzên Îranî yên li deverê de, hikûmeta Îsraîlê peyamek daye welatên Erebî yên li deverê de.

Hikûmeta Îsraîlê di vê peyama han de gerentî daye welatên Erebî ku, vê êrîşî ser Îran û hêzên Îranî bike lê ev êrîşên Îsraîlê bi curek dibe ku, ti zirarek ber welatên Erebî nekeve.

Îsraîl gerentiya vê yekê daye welatên Erebî ku, di êrîşên nû yên Îsraîlê de vê ewlekarî û asayîşa welatên Erebî parastî be.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.