Peyama pîrozbayî ya Serok Barzanî bo Êzidiyan

dibêje lazime bi serfirazî û azadî vegerin ser cîhên xwe.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi minasebeta cejna sersala Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta cejna sersala Êzidiyan gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bexteweriyê û kêfxweşiyê bo wan dixwazim.

Xuşik û birayên Êzidî beşeke resen ji gelê Kurdistanê ne, di xweşî û serkeftin, azar û nexweşiyan de tevahiya me hevbeşin. Lazime xuşik û birayên Êzidî bi serbestî û azadî vegerin ser cîhên xwe û dawî bi awareyî û wan nehametiyan were anîn ku, neyarên gelê Kurdistanê bi ser wan de sepandine.

Kurdistan welatê bihevre jiyanê ye û lazime ev çanda zengîn were parastin.

Hêvî dikim cejn û minasebetên din yên we bi dilxweşî derbas bibin, bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesrûr Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.