Serokê herêmê pîrozbayî li Êzidiyan dike

dibêje hewldanên me bo rizgar kirina Êzidiyên revandî berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Sibê cejna wan ya sersalê ye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina cejna sersalê ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî tevahiya xuşik û birayên Êzidî li Kurdistanê, Îraq û cîhanê kiriye û hêviya derbas kirina cejneke bixêr û xweşî û saleke pir ji serkeftin û xweşiyê bo tevahiya wan xwestiye.

Serokê herêmê herwiha diyar kiriye ku, tevahiya welatiyên Êzidî pişt rast dikin ku, piştîvaniya me û saziyên herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwazên wan yên reva berdewam dibe û herwiha karê ofîsa me ya rizgar kirina Êzidiyên revandî jî berdewam dibin.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.