Mesrûr Barzanî hêviya cejneke xweş bo Êzidiyan dixwaze

dibêje em berdewam dibin li ser parastina mafên Êzidiyan û tevahiya pêkhateyan.
کوردستان TV
100%

Sibê cejna wan ya sersalê ye.

Serokwzîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi minasebeta cejna sersala Êzidiyan gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan, Îraq û cîhanê her du rêzdar Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim, Tehsîn Beg, Baba Şêx Şêx Eliyas û civata rûhanî dikim û hêvî dikim bi xweşî û şadî vê cejnê derbas bikin.

Bi minasebeta hatina vê roja pîroz ya olî Êzidî ev yek dubare dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam be li ser piştîvanî kirin û parastina maf û taybetmendiyên Êzidiyan û tevahiya pêkhateyên din yên li Kurdistanê de.

Sersala we pîroz be û hêvî dikim her di xêr û xweşiyê de bin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.