Serokê herêmê li gel balyozê YE civiya

behsa çareser kirina kêşeyan li gel Bexdayê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa girîngiya hilbijartinan hate kirin.

Îro sêşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê Thomas Seller kir.

Di civînê de giftûgo derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de hate kirin û her du alî li ser nû kirina şeriyet û prosesa demokrasiyê li darxistina hilbijartinan girînge hemfikir bûn.

Di vê derbarê de balyozê Di vê derbarê de balyozê YE Thomas Seller spasiya hewldanên Serokê herêmê bo li dar xistina hilbijartinan û çareser kirina kêşeyan kir.

Her di heman civînê de her du alî nîqaş derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyan bi rêya dilayogê kirin û balyozê YE jî serdana dawî ya Serokê herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civîn û hevdîtinên wî yên li gel rayedarên Îraqê bo çareser kirina kêşeyan bi girîng wesif kir.

Pêşde birina têkiliyên bazirganî yên YE li gel Îraq û herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên deverê û girîngiya parastina aramiyê mijarên din yên civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.