Nêçîrvan Barzanî: Xelkê Dola Xweşnavtî bi ti awayî serê xwe neçemand

beriya 37 salan ev dever hatiye kîmiyabarankirin.
کوردستان TV
100%


Di 37mîn salvegera kîmiyabaran kirina dola Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek belav kiriye.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 37mîn salvegera kîmiyabaran kirina dola Balîsan, Şêx Wesanan û Xweşnavtî peyamek belav kiriye û ragihandiye ku, bi rêzdarî ve şehîd û qurbaniyên kîmiyabaranê bibîr tînin û kîmiyabaran kirina dola Balîsan ku, hertim qada têkoşîna dijî stem û dîktatoriyê bûye û quraniyên gelek zêde jî dane, destpêka tawanên kîmiyabaran kirina xelkê Kurdistanê bû ji aliyê rejîma Baesê ve  û ev jî weke tawaneke hovane di nava rûpelên dîrokê de weke tawaneke reş yaku, derheq bi gelê Kurdistanê hatiye kirin, hatiye nivîsandin.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de nivîsandiye, xelkê mêrxas û nîştimanperwerê Balîsan, Şêx Wisanan û dola Xweşnavtî weke tevahiya gelê Kurdistanê ne tenê bi kîmiyabaran kirin û bijehrî kirina asman û xak serê xwe neçemand belku, berxwedana xwe bihêztir û berfiretir kir û têkoşîna xwe ya dijî dîktatoriyet û stemê domand jiber vê çendê hêjayê xizmeteke zêdetir û baştire.

Barzanî di beşçeke din ya peyama xwe de silav bo vê xelkê qehreman  şandiye ku, di dema kîmiyabaranê de hevkariya xelkê deverê kiriye û canê xwe xistiye metirsiyan de daku, birîndar û berketiyên kîmiyabaranê rizgar bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.