Cîhê yekem yê destpê kirina li Rojhilata Navîn hate dîtin

dîroka vê bo beriya 11 hezar û 800 salan vedigere.
کوردستان TV
100%

Zanîngeha Oxford dibêje  jiyan li Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye.

Li gor raporteke zanîngeha Oxford ya Brîtanî yekem cîhê jiyan û berfire bûna jiyan û çanda mirovatî ya li Rojhilata Navîn li Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye.

Di raporta han de hatiye dîtin ku, girê Şêx Abadî ya li gundê Kertiwîç ya li Sehneyê ya li parêzgeha Kirmaşanê yekem cîhê nîştecîhbûn û jiyanê ye li Rojhilata Navîn de.

Oxford eşkere kiriye ku, encamên lêkolînên erdkolojiyê diyar kirine ku, yekem car jiyan li Rojhilata Navîn li vê girê destpê kiriye ku, dîroka vê jî bo beriya 11 hezar û 800 salan vedigere.

Nûçe Kurdistan Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.