Îsraîl: Emê vê li Îranê bidin

dibêje bi awayeke nihênî û goncaw bersifa Îranê didin.
کوردستان TV
100%

Dem û çawetiya lêdanê di destê artêşê deye.

Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê kabîneya cengî ya vê welatî bi Serokatiya Benjamîn Netanyahu civiyaye û di civînê de giftûgo derbarê êrîş kirine ser Îranê hatiye kirin.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, rixmî nakokiyên biçûk li ser vê mijarê, lê kabîneya cengî biryara êrîş kirine ser Îranê daye û dema êrîş kirinê hîn jî nehatiye diyarkirin.

Ji aliyê xwe ve rayedarên artêşa Îsraîlê jî diyar kirine ku, artêş hatiye pîwerdarkirin daku, bersifa êrîşên Îranê bide û hêzên Îsraîlî jî bo vê yekê hatine amadekirin û vê bersifeke dijwar bidin Îranê.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.