Kabîneya cengî ya Îsraîlê biryara êrîşê da

dema êrîşê hîn jî nehatiye diyarîkirin.
کوردستان TV
100%

Duhê bi Serokatiya Benjamîn Netanyahu civiya bû.

Piştî êrîşa sernekeftî ya şeva derbasbûyî ya Îranê bo ser Îsraîlê, duhê kabîneya cengî ya Îsraîlê bi Serokatiya Serokwezîr Benjamîn Netanyahu civiya.

Di civînê de endamên kabîneyê bi piraniya dengan biryar dane ku, êrîşên Îsraîlê dijî Îranê berdewam bin û Îsraîl bersifeke dijwar bide êrîşa Îranê.

Li gor çapemeniya Îsraîlî tevahiya bername û planên taybet bi êrîşa Îsraîlê bo ser Îranê ji aliyê kabîneyê ve hatine pejrandin tenê nakokî li ser dema destpê kirina êrîşê heye û ev jî di demeke nêz de vê were zelalkirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.