70 hezar torîst hatine Hewlêrê

5 bûyerên hatûçûyê jî qewmîne û welatiyek jî canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Di nava 3 rojên cejnê de serdana Hewlêrê kirin.

Walîtiya Hewlêrê îro yekşem daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de behsa hijmara wan kesan hatiye kirin ku, di nava sê rojên cejnê de serdana Hewlêrê kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku, di nava her sê rorjên cejnê de 69 hezar û 499 kes ji deverên curbicur yên Îraqê serdana Hewlêrê kirine.

Her di nava heman demê de 30 tawanên curbicur hatine kirin û 5 bûyerên hatûçûyê jî qewmîne û di encama wan de kesek canê xwe ji dest daye û 20 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.