Peyama Serok Barzanî bo salvegera Enfalê

dibêje hîn jî li Îraqê aqiliyeta şovenîstî heye û dijatiya gelê Kurd dike.
کوردستان TV
100%


Bi navê xwedê mezin

Pêla enfalê yek ji wan tawanên herî hovane û mezin ya rejîma berê ya Îraqê ye ku, bi armanca ji nav birina gelê Kurd derheq bi gelê Kurd hatiye kirin. Di vê genocide han de yaku, bi çend qonaxan hatiye cîhbicîhkirin û li tevahiya deverên Kurdistanê hatiye meşandin, 182 hezar welatiyên bêtawan yên Kurdistanê hatin şehîdkirin û wendakirin. Li gel vê yekê de jî kîmiyabaran kirina Kurdistanê, wêrankirina hezaran gund û plana bi erebkirinê û veguhastina bi darê zorê, ji nav birina jêrxana abûrî, demografiya civakî ya Kurdistanê beşeke din ji wan tawanan bûn ku, bi awayeke rêkxistinkirî û armancdar ji aliyê rejîma Baesê ve derheq bi gelê Kurd hatine kirin.

Raste bikerên tawana enfalê û tawanên din rastî şikest bûn û ketine zibildana dîrokê lê bandora genocide û zilma li dijî gelê me hatiye kirin, hîn jî berdewamin û birînên gelê me hîn jî nehatine sarêjkirin, rixmî ev stema mezin ya li gelê me hatiye kirin lê mixabin hîn jî deng û rengê şovinîstî bo dijatî kirina Kurd di nava dewleta Îraqê de heye. Erkê sereke yê dezgehên fermî yên dewleta Îraqê ye ku, kar bo qerebû kirina enfalkiriyan û ev genocide û zilmane bike ku, derheq bi gelê Kurdistanê hatine kirin û lazime pêşiya her cure hewldanek û siyaseteke şûm were girtin ku, bi aqilê şovinî û înkarker li gelê Kurdistanê dinêre, were girtin.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de rêzdariya xwe bo enfalkiriyan, kesûkarên wan û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê diyar kiriye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.