Nêçîrvan Barzanî: Lazime hikûmeta Îraqê dadmendî bicîh bîne

dibêje hewldanên me bo nasîna enfalê weke genocide li ser asta cîhanê berdewamin.
کوردستان TV
100%

Peyamek bo salvegera enfalê belav kir.

Îro di 36 saliya tawana enfalê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku, di encama pêngav û pêlên genocida gelê Kurdistanê de yaku, ji aliyê rejîma Baesê ve derheq bi gelê Kurdistanê hatiye kirin zêdetir ji 182 hezar zarok, jin, xurt û zilamên Kurd hatine enfalkirin û em ev genocida han ku, yek ji hovanetirîn tawane û sala 1988an derheq bi gelê Kurdistanê bi destê rejîma baesê hatiye kirin bibîrtînin û heta niha jî bandorên vê tawana han didomin û di pêşerojê de jî ev bandorên han berdewam dibin û di vê bîranînê de bi rêzdarî ve tevahiya qurbaniyan bi bîrtînin û serê rêzdariyê bo tevahiya wan ditewînin.

Di demekê de ku, dadgeha bilind ya tawanan ya Îraqê ev tawana han weke genocide nas kiriye, em jî daxwaz ji hikûmeta federalî ya Îraqê dikin daku, erkê xwe cîhbicîh bike û dadmendî bicîh bîne û qurbaniyan di her warekî de qerebû bike.

Serokê herêma Kurdistanê di beşeke din ya peyama xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku, berdewam dibin li ser pêşkêş kirina xizmeteke zêdetir û baştir bi kesûkarên qurbaniyan û tişta ji destê wan were bo kesûkarên qurbaniyan dikin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku, hewldanên heyî yên bo dîtin û vegerandina cenazeyên enfalkiriyan bo Kurdistanê berdewam dibin û berdewam dibin li ser hewldanên heyî yên bo nasandina enfalê weke genocide li ser asta cîhanî de daku, careke din li ti devereke cîhanê tawaneke wisa neyê dubarekirin.

Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez li ser yekrêzî û hevdengiya tevahiya alî û pêkhateyên Kurdistanê dike û dibêje ev yek şertê  parastin û mayîna maf û destkeftên federalî û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê ye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.