Êrîşa Îranê bo ser Îsraîlê bê encam bû

ti dron û hajekeke Îranî negehêştiye sînorê Îsraîlê.
کوردستان TV
100%

Tevahiya dron û hajekên Îranî hatin pûçkirin.

Rejîma Îranê direngiya şeva derbasbûyî weke bersifdayîn bo êrîşa Îsraîlê ya li ser balyozxaneya Îranê ya li Dîmeşqê bi sedan dron û hajek êrîşî ser Îsraîlê kir.

Hijmareke zêde ji wan hajek û dronan li Îraq, Kurdistan û Urdinê ji aliyê hêzên Amerîkî û hevpeymanan ve hatine pûçkirin û hijmareke kêm jî yaku, nêzî sînorên Îsraîlê bûne ji aliyê sîstema berevanî ya Îsraîlê ve hatine pûçkirin.

Di vê derbarê de Peyvdarê artêşa Îsraîlê ji çapemeniya cîhanî re ragihandiye ku, yek hajek û yek drone Îranî di nava axa Îsraîlê de neketiye erdê û tevahiya wan ji derveya sînorên Îsraîlê hatine pûçkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.