Mesrûr Barzanî: Lazime hikûmeta federalî erkên xwe yên exlaqî cîhbicîh bike

dibêje lazime hikûmeta federalî qerebûya kesûkarên enfalkiriyan bike.
کوردستان TV
100%

Bo salvegera destpê kirina enfalê peyamek belav kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta salvegera destpê kirina enfalê li Kurdistanê de peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Îro salvegera tawaneke mezin û zameke sarêjnebûyî ya li ser laşê gelê Kurdistanê ye ku, beriya 36 salan rejîma berê ya Îraqê bo ji nav birina gelê Kurdistanê dest bi pêlên genocide û enfalkirina kir.

Enfal tawaneke bêwêne û jibîr nekiriye û lazime hertim ev tawana han û qurbaniyên xwe di bîra me de bin û nibişên me bizanin ku, xelkê Kurdistanê çi qurbaniyeke mezin bo bi dest anîna mafên xwe yên netewî û reva daye.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di demekê de ku, xizmet kirina zêdetir ya kesûkarên enfalkiriyan bi erkê xwe dizane, di heman demê de ev yek jî dubare dike ku, erkê exlaqî û destûrî yê hikûmeta federaliye ku, bi awayeke hêja qerebûya kesûkarên enfalkiriyan û tevahiya qurbaniyên destê rejîma Baes bike.

Tişta ku, cîhê daxê ye eve ku, hîn jî hin kes û alî hene ku, dixwazên bi hizirkirina şovenîstî û bi aqiliyeta ku li piştî enfalkirinê bûye, mafên reva û destûrî yên gelê Kurdistanê ku, di encama xebat û têkoşîna bê wêne ya xelkê Kurdistanê bidest hatine, înkar bike.

Di salvegera pêla bednav ya enfalê de, serê rêzdariyê bo tevahiya şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê ditewînin û hertim di hizra me de zindî ne.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

14.4.2024

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.