Jiber rewşa deverê ev biryar hatiye stendin.
Kompaniya balefirvanî ya Lufthansa y abo veguhastina rêwîngan û qargo ya Almanî ku, yek ji kompaniyên herî mezin yê balefirvanî ya cîhaniye derbarê Îranê de biryarek daye.
Vê kompaniya han diyar kiriye ku, jiber rewşa Îran û rewşa deverê biryar hatiye dayîn daku, tevahiya geşt û firînên balefirên vê kompaniya han ji derve bo Îran û ji Îranê bo welatên din werin rawestandin.
Kompaniyê eşkere kiriye ku, sedema vê biryara han rewşa aloz ya Îran û deverê ye.
Ji aliyeke din ve pispor jî dibêjin ku, aloziyên navbera Îsraîl û Îranê her gav eger heye asta aloziyan derbas bikin û bibin sedema şereke dijwar li deverê de lewre ewlehiya firînên asmanî li deverê bi taybetî li Îranê di metirsiyê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin