Çend pêgehên Hizbulahê jinav biriye.
Piştî êrîşên Hizbulaha Libnanî bo ser çend navçeyan li Bakûrê Îsraîlê, artêşa Îsraîlê jî bersifa vê êrîşa han da.
Di vê derbarê de çapemniya Îsraîlî li ser zarê rayedarên leşkerî yên vê welatî belav kiriye ku, duhê, artêşa Îsraîlê bersifeke dijwar daye êrîşên Hizbulahê û 7 navçe li Başûrê Libnanê bi dijwarî bordiman kiriye.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye eşkere kirin ku, di encama bordimana han de gelek navend û xalên leşkerî yên Hizbulahê hatine wêran kirin.
Heta niha derbarê hijmara kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin