Sûriye jî pişt li rejîma Îranê kir

Îran Sûriye bi hevkarî kirina Îsraîlê tawanbar dike.
کوردستان TV
100%

Ti rayedarekî Sûrî pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê nekir.

Duhê wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan piştî serdana xwe bo Omanê serdana Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kir lê ti rayedarekî Sûrî li balefirxaneya Dîmeşqê pêşwaziya Ebdulahiyan nekir.

Ev bûyera han bûye sedema dilgiraniya rejîma Îranê û ajansa fermî ya Îranê Îrna jî di vê derbarê de nivîsandiye; Her çend wezîrê derve yê Îranê bi agehdariya rejîma Sûrî û bi mebesta civîn û hevdîtinan li gel rayedarên Sûrî serdana Dîmeşqê kiriye lê ti rayedarekî Sûrî amade nebûye pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê bike.

Hin jêder û çavkaniyên ne fermî jî dibêjin ku, jiber êrîşa Îsraîlê bo ser balyozxaneya Îranê ya li Dîmeşqê têkiliyên navbera Îran û Sûriyeyê têk çûne û Îran Sûriye bi hevkarî kirina Îsraîlê tawanbar dike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.