Behsa kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, rêkeftina dawî ya hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî derbarê mûçeya mûçexwerên herêma Kurdistanê û hewldan bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî li ser esasê destûrî hate kirin.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya diyalogê bo çareser kirina kêşeyan û cîhbicîh kirina rêkeftina hevpeymaniya dewlet bo damezrandina hikûmeta federalî û misoger kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê bidûr ji kêşeyên siyasî û herwiha hevkarî û hemahengiya navbera aliyên siyasî bo parastina aramiya welatkirin.
Serokê herêma Kurdistanê anî ziman ku, lihev kirina Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa mûçe û bûdceyê bandoreke erênî li ser pêşde birina têkiliyan dike û di vê derbarê de jî spasiya rola Serokkomarê Îraqê kir.
Ji aliyê xwe ve Serokkomar jî tekez li ser girîngiya piştîvanî kirina cîhbicîh kirina karnameya hikûmeta federalî kir û rola Serokê herêma Kurdistanê jî bo çareser kirina kêşeya mûçe û hewlên wî yên berdewam bo lihev nêz kirina aliyên siyasî bilind nirxand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin