Hêzên Amerîkî êrîşeke çekdaran pûç kirin

êrîşa li Dêra Zorê jî hatiye pûçkirin.
کوردستان TV
100%

Dronên çekdaran hatine xistin.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê komên çekdar yên ser bi Îranê bi çend dronan xwestine êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî ya Tenefê bikin.

Lê hêzên Amerîkî bi vê êrîşa han hesiyane û karîne bi rêya sîstemên xwe yên berevanî dronên komên çekdar beriya bigehêjin nêzî navenda leşkerî ya Tenefê bixin erdê.

Ji aliyeke din ve li Dêra Zorê jî çekdarên ser bi Îranê bi çekan êrîşî ser hêzên Amerîkî kirine lê ev êrîşa han jî hatiye pûçkirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.