Serokê herêmê gehêşte Bexdayê

behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike.
کوردستان TV
100%

Vê li gel rayedarên Îraqî bicive.

Çend kêlî beriya niha Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî de gehêşte Bexdayê û ji aliyê rayedarên hikûmeta federalî ve hate pêşwazîkirin.

Vê Serokê herêmê di çarçoveya vê serdana han de li gel Serokkomar, Serokwezîr û rayedarên din yên Îraqê bicive û pişt re jî beşdarî di civîneke hevpeymaniya îdare kirina dewletê bike.

Di civînê de giftûgo derbarê çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha rewşa siyasî ya Îraqê û çend mijarên din tê kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.