Hêzên Rizgariya Efrînê: 8 çete hatin kuştin

çalakiyên HRE dijî komên cîhadî û çete berdewamin.
کوردستان TV
100%

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku di çalakiyên wan de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 7 çete jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bê navber dewam dikin û li hember wan êrişan çalakiyên şervanên wan didomin.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê, encamên çalakiyan wan ên dawîn wiha ne:

“8’ê Adarê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di xeta navçeya Şera de xwe nêzî xeta temasê kir. Hêzên me bersiv da û di encamê de 2 çete reviyan û çeteyek jî hat kuştin.

12’ê Adarê li xeta Marê çalakiyeke serdegirtinê hat lidarxistin, di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

20’ê Adarê li bajarê Ezazê li ser bendeke çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

24’ê Adarê li xeta Ezazê çalakiyeke din a seregirtinê hat lidarxistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de çalakiyeke din a taybet hat lidarxistin ku di encamê de wesayîtek û motorsîkletek hat îmhakirin.

25’ê Adarê li xeta Ezazê çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyekî dagirker hat kuştin.

1’ê Nîsanê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dijî sekvanekî çeteyên dagirker li dar xist, di encamê de çeteyek hat kuştin.

2’yê Nîsanê li xeta Meryemînê ya navçeya Şera hêzên me çalakiyeke taybet li dar xist, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn û wesayîtek hat rûxandin. Dîsa di xeta Marê de çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 8 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. 2 wesayît û motorsîklêtek hatin rûxandin.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.