Amerîka û Îsraîl xwe bo bersifdayînê amade kirine

Amerîka dibêje hêzên me di amadebaşiyê dene.
کوردستان TV
100%

Îran jî gotibû vê êrîşeke dijwar bibe ser Îsraîlê.

Piştî gefên rayedarên Îranê yên piştî êrîşa Îsraîlê bo ser balyozxaneya Îranê ya li Dîmeşqê bo tolhildaneke dijwar ji Îsraîlê, Amerîka û Îsraîl jî ketine amadebeşiyê.

Di vê derbarê de çend çavkaniyên Rojavayî diyar kirine ku, Amerîka û Îsraîl li bendêne Îran êrîşek bo ser Îsraîl anjî hêzên Amerîkî pêk bîne lewre tevahiya amadebaşiyên pêwîst bo pûç kirina vê êrîşa han ya Îranê û bersifdayîneke dijwar hatine kirine.

Ji aliyê xwe ve kanala cnn jî diyar kiriye ku, rayedarên Amerîkî gotine vê di rojên pêş de Îran êrîş bike, lewre me hêzên xwe li deverê de xistine amadebaşiyê.

Ji aliyê xwe ve kanala i24 ya Îsraîlî jî eşkere kiriye ku, Îsraîl amadeye bersifeke gelek dijwar bide her cure êrîşeke Îranê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.