Derbarê salvegera der kirina biryara 688an de peyamek belav kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê biryara 688an belav kir ku, naveroka peyamê wisaye;
Îro 33 sal bi ser der kirina biriyara 688 ya civata ewlekariya Netewên Yekgirtî re derbas dibe ku, roja 5 meha Nîsana 1991an di encama êrîşên hovane yên rejîma berê ya Îraqê bi ser koça miliyonî ya xelkê Kurdistanê ber bi sînoran ve hatibû kirin.
Ev biryara giring û dîrokî ya civata ewlekariya NY bû bingehek bo danîna navçeya dije firîn û di encam de sînorek bo êrîş, zilim û zordariyên rejîma Besê danî û Kurdistan ji genocideke din parast û civaka navnetewî bi hawara gelê Kurdistanê ve hat û pişt re jî hilbijartinên parlementoyê hatin kirin û hikûkmeta herêma Kurdistanê hate ava kirin.
Biryara 688 werçerxaneke dîrokiye di nava xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê y abo bidest anîna mafên xwe yên reva. Di vê bîranîna han de rêzdariya me ya gelek zêde bo hevkarî û piştîvaniya civaka navnetewî û welatên Amerîka, Brîtanya û Franseyê heye, bi taybetî piştîvaniya xwedê jê razî Serokê berê yê Franseyê Francois Mitterrand û hevjîna wî ya dost û dilsoza gelê gelê Kurdistanê xwedê jê reazî xatû Danielle Mitterrand ku, ti carî nayê jibîrkirin.
Herwiha piştîvaniya xwedê jê razî Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush û herwiha Serokwezîrê vê demê yê Brîtanyayê John Major, wezîrê vê demê yê Amerîkayê James Baker, ev cîhê rêzdariya xelkê Kurdistanê ne. Di heman demê de spasiya her du welatên Îran û Tirkiyeyê jî dikin ku, sînorên xwe bo sed hezaran Penaberên herêma Kurdistanê vekirin.
Di salvegera der kirina biryara 688an de ev yek dubare dikin ku, hîn jî metirsiyên li ser xelkê herêma Kurdistanê û maf û destkeftên xelkê Kurdistanê hene, lazime civaka navnetewî helwesteke cidî bo parastina xelkê Kurdistanê û berevanî kirin ji mafên reva yên gelê Kurdistanê de bileze û dilniyayî bide ku, xelkê Kurdistanê parastî dibe û careke din rastî êrîşên genocide û binpê kirina mafên xwe nayê.
Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin