Peyama Serok Barzanî bo salvegera genocide kirina Kurdên Feyilî

dibêje lazime hikûmeta federalî erkê xwe li hember Kurdên Feyilî cîhbicîh bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje tawana wan piştîvanî kirina şoreşa Kurdistanê bû.

Di 44mîn salvegera genocide kirina Kurdên Feyilî de Serok Barzanî peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Xuşik û birayên Kurd yên Feyilî di nava dewleta Îraqê de rastî êş û azarên gelek zêde hatine, tawana wan bi tenê  piştîvanî kirina şoreş û tevgera rizgarîxwaz ya Kurd û Kurdbûn bûye. Der kirin û ji stendina nasname ji hezaran xuşik û birayên Kurd yên Feyilî, wenda kirina hezaran ciwanên Feyilî ji aliyê rejîma berê yê Îraqê ve, tawan û zilmeke gelek mezin bû, beşek bû ji zincîra tawanên rêkxistî yên ku, hikûmetên yek li pey yek yên Îraqê bo ji nav birina gelê Kurd, kiribûn.

Lazime hikûmeta federalî erkê xwe yê bo vegerandina mal û milik, nasname û qerebû kirin û nehêştina bandorên genocide kirina Kurdên Feyilî cîhbicîh bike.

Di 44mîn salvegera genocide kirina Kurdên Feyilî de silav bo rihê paqêj yê şehîdên Kurdên Feyilî û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dinirin û rol û dilsoziya xuşik û birayên Feyilî bo diza netewa xwe û tevgera rizgarîxwaz ya Kurd ti carî nayê jibîr kirin.

Mesûd Barzanî

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.